Polîtîk
Serokê Kurdistanê peyamek ji Serokê Fransayê re şand
Birêz François Hollande Serok Komarê FransaEw kirdarên terorîstiyên şeva 13.11.2015 li Parîsê rû da û hejmarekî zêdeyê kesan bûne qurbanî me ji kûr ve êşand. Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve hevxemiya xwe bi cenabê we û gelê Fransayê radigihînim.Teror dijminê hevbeşê me hemûyane û terorîst dijî hemû bihayekî mirovayetiyêne û li her cîheke jiyan û pêşketin û aramî hebê terorîstên dilreş êrîş dikin.Gelê Kurdistanê ku niha li şerekî dijwar ya dijî terorê daye û qurbanê destê terore, li vê roja nexweş da, li gel we hevsoze û beşdarê xema we dike û palpiştê gel û Hikumeta Fransaye.Serxweşiyê li we yên birêz û kesukarên qurbaniyan dikin û hêviya başbûneke bi lez ji bo birîndaran dixwazîn.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê14.11.2015