Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya serkeftina operasyona Hêzên Pêşmerge di azadkirina Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî, peyamek ragihand û got, azadkirina Şingalê mezintirîn destan e di dîroka hevçerx a kurdî de.Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Em azadkirina Şingalê bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî û himeta Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li hemû gelê kurd û Kurdistanê û tevahiya xuşk û birayên êzîdî pîroz dikin. Silav bo fermande û pêşmeregeyên canbaz. Ji dil de em pîrozbahiyê vê serkeftinê li malbatên serbilind ên şehîdanên Kurdistanê dikin. Serok Barzanî soz da ku Şingalê rizgar bikin û soza xwe bi cih anî.”PDKê wiha got: “Hêzên Pêşmerge bi yekcarî ji hemû cîhanê re diyar kir ku tek hêza ser erdê ku kare bêvla DAIŞê û ensaneya wê bişkîne, ew in, Kurdistan û mirovatî ji hovîtiya wan parast. Serkeftina operasyona azadkirina Şingalê ku mezintirîn destan e di dîroka hevçerx a kurdî de, ne tenê serkeftineke leşkerî bû, lê belê tevî ku taca serkeftina sala borî ye, ku birîna kumkujiya birayên êzîdî ye, herwiha êdî şingalî serbilind in.”Polîtburoya PDKê di peyama xwe de wiha domand: “Ji aliyê siyasî de jî, ev serkeftin mezin ji Herêma Kurdistanê û miletê kurd re pir girîng e û ji hemû cîhanê re tekez kir ku Hêzên Pêşmerge yekem û tek hêza serkeftî ye di meydana şerê li dijî DAIŞê de.” 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: