Nivîsar

Şingal û îflasa siyasî

Azadkirina Şingalê ji Kurdistanê mîladek eSala 2014ê meha Tebaxê dema Şingal ji aliyê terorîstên DAÎŞê ve hate dagirkirin, ji bo kurda trajediyek mezin bû. Lê karaseta wek vê trajediyê mezin jî helwesta hinek aliyên siyasî bû.Di derbarê bûyerê û helwesta pêşmergeyan û taybetê PDKê de dezenfarmasyonek mezin hate belav kirin. medya PKKê û hinek medya din rastî û êşa kurdên êzidî ji bîr kirin û ev yek ji bo berjewendiyên siyasêyên rojane kirin malzemeyek ya propagandê.Armanca sereke ya eniya li dijê dewletbûna kurdan, êşandina Barzanî û eniya niştimanî ya Kurdistanî bû.Ji salek zêdetir li ser karasata Şingalê re derbas bû. Di demek kin de hêzên pêşmerge gelek deverên Şingalê azad kirin û serokê Kurdistanê li serê Çiyayê Şingalê soza azadkirina bajarê Şingalê da kurda.12.11.2015ê Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di fermandariya serok Barzanî de des bi  operasyona azadkirina kir.Di du rojan de bajarê Şengalî û 28 gund hatin azadkirin. Serok Barzanî mizginiya azadkirina Şengalê di eniya şer de ragihand.Medya kurdê bûn sê beşê balkêş.1. Hinek kanalên medyayê di qada şer de, mil bi milê pêşmergeyan gav bi gav bi awayek zindî agahdariyên operasyona azadkirina Şingalê didan Kurdistanê û hemû cîhanê.2. Hinek kanalên din nêzikî qada operasyonê nebûn û cardin bi dezenfarmasyona hewl didan ku rolê pêşmergeyan biçûk bike û xwe bikin şirîkê operasyonê. Nûçeyên derew belav dikiran. Weneyên ne rast û kevin diweşandan. Lê ji wan pêve kesekî baweri li van kanalan neanî.3. Beşek din kanalên televizyonên kurdî, dema operasyonê rêze film diweşandan û gelek bi sere sere behsa operasyonê dikiran. Belkî jî şermiya mezin wan bi xwe dikir. Lê dema hesabên siyasî bête kirin dê mirov çi bêje?Medya cîhanê îtibar li kanalên beşa yekem dikira û ew nûşe radigihandin hemû cîhanê.Serokê Kurdistanê ku fermandarê hêzên pêşmerge yê giştiye, di eniya şer de li Şingalê çend peyamên girîng dan.1. Tenê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ev operasyon kirine û tu hêzêk din beşdarî nekiriye.2. Spasiya Amerika û hêzên hevpeyman kir.3. Serok da xûyakirin ku, nabê ji bilî Ala kurdistanê tu alayên partiyên din bête rakirin.4. Ji bo pêşeroja Şingalî jî peyamek bi hêz ragihand.Ya herî girng azadkirina Şingalê ye. Ji bo kurdan bû destkeftiyek mezin û herweha ji bo hêzên pêşmerge û Kurdistaniyan bû moralek gelek bi hêz.Lê Di serî de PKK û aliyên wek Goran ji bo vê moralê bişkînin çewtiyek mezin dikin. PKK dixwaze Şingalê bike Kanton. Ew bi xwe jî ji vê yekê bawer nakin lê armanc şêlokirina avêye.Ew helwesta dijitiya destkeftiyên netewî dike di xizmeta dewletên herêmê de ye. Ew helwesta di vê konaxa hesas û zîz de dijitiya Barzanî û destkeftiyên netewî dike,tenê bi îrada dijmin hereket dikin.Ew di bingehê xwe de li dijê ragihandina dewleta Kurdî ne.Heta kurd vê yekê nebînin û heta aliyên siyasê yên Kurd li hemû Kurdistanê cudabûna nevbera xeta netewî û xeta ku hewldide kurda û Kurdistanê bi dewletên herêmê ve girê bide nebînê, rastiya xwe jî nabînin.Azadkirina Şengalê li Gelê Kurd pîroz be û hevê dikim ku ev gav berbi ragihandina dewleta kurdî ve herê.14.11.2015Dara Bilek

Back to top button