Balafirên hevpeymanan îro binkeyên çekdarên DAIŞê li eniya şer a Xazir bombebaran kirin.Fermandarê Hêza Pêşmerge li eniya Xazirê Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 17:15 êvariya îro balafirên hevpeymanan êrişî binke û navendên çekdarên DAIŞê li eniya şer a Xazir kirin.”Seyid Hejar wiha got: “Balafiran di êrişên xwe yên îro de 3 caran cihên çekdarên DAIşê li her du gundên Tel Eswed a Mezin û Zara xatûn li sînorê Xazirê bombebaran kirin.”Hejar herwiha da xuyakirin, ku di wan êrişan de zirarek mezin gihîşt DAIŞê, lê tekez kir, ku bi hûrgiliyên zirarên DAIŞê nayê zanîn.
Pêş
05/09/2026
Siyasetmedar Dara Bilek sersaxiya serok Barzanî dike
05/09/2026
Mustafa Ozçelik sersaxiya Serok Barzanî kir
Balkêş e ?
Close
-
Emmar Hekîm sersaxiyê li Serok Barzanî dike05/09/2026


