Polîtîk

PSK û Pêvajoyek nû

Partiya Sosyalis a Kurdistanê PSK bi navê xwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye dest xebata xwe ya siyasî bi awayek eşkere dike. Di vê derbarê de PSK daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. Daxûyanî: Ji bo raya giştî û çapemeniyêVegera PSKê ya bi nasnameya xwe, serkeftina hevpar a gelê kurd û hêzên demokrasiyê yeSekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSKê Mesûd Tek û hevalên xwe, piştî 36 salan ku ji sirguniyê vegeriyan welêt, di 18ê Çiriya Pêşîn de bi beşdariya endam û alîgirên PSKê li Diyarbekirê civînek pêkanîn. Di vê civîna ku ji çendin welatên Ewrûpayê, ji Başûrê Kurdistanê û gelek bajar û bajarokên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê endam û alîgirên PSKê beşdar bûbûn de; mijara damezrandina PSKê ya di warê legal de bi hûrgilî hat niqaşkirin û gihaşt encamê.Em beşdarên civînê, careke din bi rêz û hurmet silav li ked û tekoşîna Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dikin ku bêtirî çil salî ye ji bo demokrasî û azadiya gelê kurd daye. Em, wan heval û hogirên qedirbilind ku di vê rê û tekoşîna pîroz de canê xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wisa, em dixwazin wan keç, xort, jin û mêrên ku di vê tekoşînê de bi kedeke bêhempa piştgirî dane vê doza bi rûmet, bi rêzdarî bi bîr bînin.Em beşdarên civînê, bi coşeke mezin pêşwaziya Sekreterê Giştî yê PSKê Mesûd Tek û hevalên wî dikin ku piştî jiyaneke bi zor û zehmet a sirguniyê vegeriyane welatê xwe û da ku biryara Komcivîna 10an a PSKê ya ji bo derketina legalîteyê bixin jiyanê. Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku bi tekoşîna gelê kurd a dema nêzîk re hevsal e û ewqas gît û gêdûgan, derbeyên xedar, êşkence, zindan û kuştinan re rû bi rû ma ye û nuha jî dixwaze vê tekoşîna xwe ya bi rûmet di qada legal de bidomîne, bêtir me serbilind û bextewar dike.PSK, piştî tekoşîna xwe ya biryardar û bêdeman a 41 salan, ligel gelek zehmetî û astengiyên siyasî û fizîkî, ji gelek neqeb û çeperên dijwar derbas bû û gihîşt van rojan. Ev jî nîşana vê yekê ye ku di siyaseta red, înkar û tunekirinê ya li hemberî azadî û nasnameya gelê kurd de şikestineke berbiçav pêk hatiye. Hatina birêvebirên PSKê ya ji bo tekoşîn û xebatên xwe yên di warê legal de, pêngaveke girîng û birûmet e. Vegera Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya bi nav û bernameya xwe, serkeftina hevpar a gelê kurd û her wisa ya hemû hêzên demokrasiyê ye. Ev rewş, di warê demokrasiya li Tirkiyeyê de pêşkeftineke berçav e û divê bê destnîşankirin ku destkeftineke girîng e.Em beşdarên civînê, spasiya hemû dost û hogirên partiya xwe dikin ku di dema hatina Sekreterê Giştî yê PSKê Mesud Tek û hevalên wî de; bi eleqeyeke germ û dostane piştgiriya xwe nîşan dan. Em wek PSK, bi şêwazekî eşkere destnîşan dikin ku girîngiyeke mezin didin hevkarî û piştevaniya navbera hêzên welatparêz û demokrasiyêCivîna me, diyar dike ku her çiqas bi hatina rêzdar Tek û hevalên din, PSKê di tekoşîna azadiyê de gêdûkek li pey xwe hêla be jî, divê bê zanîn ku hêj riyeke dirêj û bi zehmetî li pêşiya me ye.Civîna me radigihîne û baweriya me jî ew e ku derketina partiya me ya qada legalê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li ser esasê wekheviyê û bi şêweyekî aştiyane , dê tevkariyeke xwe ya girîng hebe.Civîna me radigihîne ku dê PSK ligor mîratê tekoşîna xwe ya derbasbûyî, ji nuha û pêve jî ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistaneke Federe di vê riya pîroz û resen de bimeşe û bibiryardarî tekoşîna xwe bidomîne.Civîna me, girîngî dide têkiliyên hişwer, hevdem, rêzgirtina ji hev re û hev qebûlkirina navbera hêz û aliyên demokratîk û neteweyî yên Kurdistanê û her wisa jî dê pêgirê vê yekê be.Girîngî û piştgirî dide hemû hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê ya li ser esasê wekheviyê ku bi şêweyekî aştiyane û guftûgoyê bête meşandin.Em beşdarên civînê, bang li hemû aliyan dikin ku ji bo rawestina kuştin û herikandina xwînê tavildest dawî li vî şerê bêwate bê anîn ku ev çendin sal in, welatê me kiriye gola xwînê û qada şerekî qirêj.Divê dewlet tavildest dawî li operasyonên leşkerî û binçavkirinên siyasî bîne û ji bo çareseriya siyasî pêngavên pêwist biavêje. Divê PKK jî hêzên xwe yên leşkerî derxe derveyî sînor û dawî li tekoşîna çekdarî bîne. Her wisa, banga me li sazî û dezgehên civakê, aktorên herêmê û yên navneteweyî jî ev e ku ji bo sekinandina şer û destpêkirina pêvajoya çareseriyeke siyasî, berpirsyariyên xwe bi cî bînin û ji nuha ve bikevin nav hewldanê.Em beşdarên civînê, bi rêzdarî ji çapemenî û raya giştî re radigihînin ku di çarçoveya biryara Komcivîna 10an de, me dest bi pêvajoya damezrandina yasayî ya PSKê kiriye û ji bo vê yekê jî bi beşdariya nûner û endamên me yên ji çendin welatên Ewrûpayê, ji Başûrê Kurdistanê û ji nav welêt meclisekî berfireh ava kiriye. 30. 10. 2015Endamên MeclisêMesûd TekTayîp KızılyıldızHasan DagtekînMûstafa BîrdenOktay DûmlûBayram BozyelNevzat TekerBekîr TopgîderKovan AmedîSalîhê OmerîAlaattîn ArasAlî Haydar FıratSerhad AmedîZekî EkîncîKûrbanî DemîrCelal YıldızHîkmetûllah OzmenA. Mecît DûrmûşNacî ErenResûl AlınakMehmet YuceBedîr ÇınarSamî FeroglûSabahattîn AslanAbdûlkerîm DûranBehçet EpozdemîrHasan TûzcûMahmût DogerYekta DemîrkapûMûstafa DûrûcûMehmet BaydarÎlhan GunerîYûsûf Servan KızılGursel DemîrelVelî KoparanMûaz BozyelBerîvan AdıguzelHetav TekZozan Akdenîz DemîrCansû ÇınarZulkuf Baran,Yûsûf BûdakMazlûm DelîBeşîr GundemMehmet OlçerM. Sırrı FeroglûCelal GulSevgî YıldızKazım KılıçAbdulkerîm ErKamîl Ermevket DalgaEyup AkdenîzRohat KaraÛlaş ArslanRamazan MorayNevzat KarakeçîZafer KorkmazGulmay GumuşhanAhmet KandemîrFaysal BalabanArîf GundoganRıza KatûrmanŞeref AkgulÇîlem  AkarÎrfan YıldırımDogan  Kılıç,Mahmût  Etdoger,Mûstafa  Katûrman,Rıza  GunerLezgîn AydogmûşAydogan  ÎnalAlî ŞahînHuseyîn ÇelîkAbdî ÇadırMûstafa KızılkayaKenan  AlabayGonul DabakoglûVeysî Tetîk

Back to top button