CîhanPolîtîk

Civînek girîng ji bo operasyonên pêwîst

Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên serbaziyên artêşa Amerîka pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka balkişand li ser hengavên serketiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku bandoreke zêde li ser pêşketina şerê dijî terorîstên Da’îş li hemû bereyan da hebûye û behsa qurbanîdana Pêşmerge kir û ragihand ku Amerîka qerzdarê qurbanîdana hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan da ye. Her wiha balkişand li ser operasyona rizgarkirina dîlgirtiyên li Hewîce û wê yekê xisterû ku ew operasyona hevbeşa artêşa Amerîka û hêzên taybetiyên Pêşmerge derxistina asta bilinda hemahengî û baweriya di navbera hêzên her dû aliyane û destxweşiyê jî li fermandeyên wê operasyona serketî kir û tekez li wê yekê kir ku asoyekî gelek ronak ji bo paşaroj û serkeftinên hêzên Pêşmerge li holê daye.Li beranber da Serok Barzanî behsa wan destkeft û serkeftinan kir ku li dijî terorîstên Da’îş bi dest hatine û wê yekê dûpat kir ku bi qurbanîdana Pêşmerge û palpiştiya hevpeymanan ku temamkarê hevdû ne serkeftinan tomar kirine. Serok Barzanî behsa operasyona Hewîce jî kir û balkişand li ser wê yekê ku ew operasyone werçerxanek bû li şerê dijî Da’îş û lûtkeya bawerî û hemahengiya serketiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîka bû ku bûye sedema rizgarkirina jiyana heftih kesên li destên Da’îş û zebirekî bi bandor jî bû li nav û dengê Da’îş.Her li vê hevdîtinê de behsa dabînkirina pêdiviyên serbaziyên Hêzên Pêşmerge û her wiha amadekariyên operasyona azadkirina Musilê kirin û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Enbar û Bêcî û cîhên din guftûgo kirin.Hêjayî gotinêye li vê civînê de Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amade bûn.

 

Back to top button