Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 4 wezîrên hikûmetê yên ku li ser pişka Tevgera Goranê hatibûn erkdarkirin, ji kar dûrxist.Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ajansa Reutersê re eşkere kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji wezîrên Tevgera Goranê xwestiye, dest ji karê xwe berdin.Sefîn Dizeyî diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “ji bo parastina rewşê” wezîrên han ji kar dûrxistiye.Berdevkê hikûmetê da zanîn ku li cihê wan wezîran, wezîrên din ên hikûmetê dê bi awayekî demkî kar bikin. Serokwezîr Barzanî duh bi wezîrên Gorranê re civiyabû.PDKê roja 9ê vê mehê di daxuyaniyekê de Tevgera Gorranê bi organîzekirina aloziyên Başûrê Kurdistanê û êrişên li dijî avahî û endamên xwe tohmetbar kiribû û ragihandibû, ew êdî naxwazin bi Gorranê re bibin şirîkê hikûmetê ji ber wê jî divê wezîr û rayedarên hikûmetê yên Gorranê dest ji karê xwe berdin.Duh jî hêzên ewlehiyê nehîştibûn Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, ku endamê Gorranê ye, derbasî Hewlêrê bibe.Di nav hikûmetê de 4 wezaret pişka Gorranê bûn: Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî, Wezareta Pîşesazî û Bazirganî û Wezareta Ewqafê. Rudaw
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close