KulturNivîsar

Pirxwedêwena min tu mirinê dikujî

PIRXWEDÊWENA MIN, TU MIRINÊ DIKUJÎMaruf Yilmaz: [email protected]Haomawena min, tu kevoka min î, mîrasa min,Xwedêwena Xwedêwenan a aşitîyê,Tu wekî Anahîta û Artemîsê li Aryanê,Li Eufrat û Tigrisê,Tu weke Gilgameşî mirinê dikujî,Pirxwedêwena min, Remza min,Xwedêwena qedera mirovan,Li dijî Xwedêwenên taristanê, Ehrîman, Dehak û Hades.Pirxwedêwena Rojê,Tu Roj î,Roja ku min çêkirîye, tu li wir diçirisî, mirovahîyê avadikî,Tu strana Pirxwedêwena min î,Tu avakar î,Tu guhartin î,Tu rê û aştiya mirovan î, wekî sînemakar, Katharine Hepburn ji bo azadîyê,Tu weke Leyla Qasim û Margirêt Govengis,Tu Rehana YPG´ê, li Kobanê û Pêşmerga PDK´ê li Kerkuk´ê,Tu parastkara hemûyan î,Tu hemû tiştê min î,Tu Ameda min î,Kevoka aşitîyê,Aşitî di rêya aşitîyê de,Haomawena min, kevoka min î, mîrasa min,Wek keçeke ku bi xweşikîya xwe bihese,Here ba Pirxwedê yê nemirina te,Here ba Amesha Spenta û Anahîta li Avesta´yê,Tu herî, Xwedêwena min,Wekî Amor, Afrodîte, Venus û Cupido,Li wir Mîtra Xwedêya Rojê, ronî bike li min, wekî Utu ,Tu, Xwedêwena Pîran, Xarpur û Dersimê,Wekî Xwedêya aşqê, Xwedêwena evînan,Tu wekî Lakshmî, Xwedêwena zêrîn,Saraswati´ya hunermend, hîndekar û berpirsmendê felsefeyê,Wekî Xwedêya Rojê Wurusemu´yê, Arînna li Aryanê, li Sumerê,Evîna min, kuştina mirinê, ronî bike li min,Wekî Afrodîte, Afrodîta aşqê,Amor, Venus û Cupido yî,Wekî Atar, Avesta, Gatha, Haoma û horîyên Zardeştî,Mîrazên mirovahîyan, ronî bikin li min,Vohu Manaha Zardeştî, ji bo xweşîya jîyanê û Rîgweda ji bo xweşîya xwezayê,Haomawena min,Tu wekî horîya pêzan, li dijî cin û şeytanan,Mem û Zîn,Ferhat û Şêrîn,Leyla û Mecnûn,Remeo û Julîa,Tu wekî Îdun, Xwedêyê Ciwan û Aşqê li Ewropê,Ey Helena Xweşik û delal, tu bûyî sedemê şerê giran ê Trojanê li Yunanistanê.Ishtar- Xwedêwena aşqê, li Mezopotamîyayê,Assur, Xwedêyê bajar,Marduk, Xwedayê Babilonê, Xwedayê bajar,Nanna li bajarê UR´ê, Nanna Pirxwedê, bavê Utu û Inanna li SumerêTu wekî Mîtra, Xwedaya Rojê, wekî Xwedaya Rojê, RA li Misirê,Wekî Xwedaya agirî, Hefaistos, li Yûnanisyanê,Wekî Pirxwedê Sîn li Babilonê.Erdoganê şer, wekî Nergal desthelatdarê mirinê,Kujerê mirovahîyê,Rêya dojeh, cehenemê, cîhgeha Plutonî, daxwazmendê ruhên mirîyan,Wekî Qîn Shî Xuang, xwîndar,kîndar û kujerê mirovahîyê,Rojên dawîn ên mirovahîyê, li ba Erdogan,Xera kirin ên wekî te pirtûkxaneyên Ptolemaios û Asurbanîpalî,Li êşa birîna xwe bigere, li ba Hippokrates, dermanmendê êş û birînan,Rojên dawîn ên mirovahîyê,Mirovahî diqede, li ba te, ên wekî te dan fermana kuştina Sokrates´î,Wekî Faîdona Platonî, dibêje Sokrates, tu bi hînbûna mirina xwe hesîye,Ya wekî te, Emina Erdogan, ew wekî Tiamata Kaosê, felaketê li Mezopotamyayê,Ey Erdogan, tu wekî Hades, bûyî sedemê kuştina zarokan,Ey Xwedêyê Xêrê, Nanna Pirxwedê ronî bike li min,Erdoganê Şer,Tu wekî Dehakê zalim û kîndar, ne jîndar,Xwedîyê çilrû û hezarmilî,Wekî Osirîsê Misirî, desthelatdarê mirinan,Mars, Xwedayê şer,Nebo, kurê Marduk, Xwedayê hunermend ê nivîsmend,Pênûsşortirînê Amedê, Mehmed Uzun,Pênûsşorê, pênûsşoran li Babilonê, Gilgameş, mirinê dikuje,Pênûsên yûnanî Homeros,Pênûsşora pênûsşoran, Sapfo,Inanna, Ishtar, Xwedêya aşq û şerî,Alanzu li Anatolîya, Pirxwedêya Rojê li welatê Hettîtan,Yîma, Xwedêyê Ronahîyê, ronî bike, li min,Rimmon, Xwedayê Rojê, li Babilonê,Zerdeştê mezin gazi bike ji Xwedêyan re ji bo xweşîyêZurvan, bavê Ahriman û Ahuramazda, ronî bike,Spenta Mainyu´ li Avesta´yê ji bo baştirkina jîyanê,Helbestvanê Sutung-Po,Pirtûkên Weda 3000 sal BZ, li Hindistanê, bûn hebûna Avesta,Pirtûkên weda, hebûna min,, Manus Mahabharrata, li Hindistanê,Pax, Xwedêya aşitîyê, keça Zeus û Themis, ronî bike min,Xwedêya Rojê Mîtra ku li ser wî çiyayî diçirisîne,Ronî dike li min,Li kulilkê, li xwezayê,Zerdeşt li nîjada xwe ronî dike,Zeusê Yûnanî, li nîjada xwe ronî dike,Astar, Astarê Zazayan, Xwedêyê agir, roni bike li min.Wekî Fravaşî; parastkara Ahura Mazda, dayîka horîyan, ronî bike li min. Ey Zurvan, bavê Ahriman û Ahuramazda, Xwedêyê dem û dewran,Yima, Xwedêyê ronahîyê ronî bike,Merodaç, Xwedêya Rojê, li Babilonê,Pax- Xwedêwena mezin, Aşitî di rêya aşitîyê de,Xwedêwena Aşitîyê, bike ronî li min,Xwedêwena min, qedera mirina min,Nemirina ruhê min,Dilê min, hemû tiştê min,Pirxwedêya ruhê min,Xwedêwena Xwedêwenan,Pirxwedêya min a ku li çiyayê Elbruzê ronî dike,Weda, Avesta, Haoma, Gilgameş,Gengazbûna rawestina kalbûn û pîrbûna însanî/ê,Bi hawayekî bîyolojîk, nemirina însan,Însan nemir e, Xwedêwena min,Nemirin dê bibe rastîya însanî, di pêşeroja me de,Xwedêwena min, tu wekî Gilgameşî, kuştina mirinê yî,Evîna yekalî kuştina min,Evîna dualî, kuştina mirinê,Wekî Pirxwedê, evîna dualî ya Zardeştî, tu mirinê dikujî.Kopiyakirin qedexe ye2015, StockholmMaruf Yilmaz

Back to top button