Çîn 66 saliya xwe li Kurdistanê pîroz kir
Roja çarşem 30.09.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî li rêwresma roja nîştîmaniya Komara Çînê kir. Li rêwresma ku li bajarê Hewlêrê û Hotel Rotana birêveçû ji aliyê Konsolxaneya welatê Çînê ve hatibû sazkirin, hejmarekî zêdeyê berpirsên hikûmî û siyasî û kesayetî û dîplomatkar û mîhvanên biyanî amadeyê rêwresmê bûn.Di destpêka rêwresmê de Serok Barzanî pêşangeha fotografî ya Projeya Kembera Aborî Rêya Hevrîşma welatê Çînê vekir û paşê Konsolî Giştî yê welatê Çînê li Hewlêr li gotarek da bixêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û li axaftina xwe de behsa rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û parastina bihayên mirovî kir û her wiha palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û berdewambûna pêşkêşkirina hevkariya mirovî de dûpatkir.Paşê gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Kerîm Sîncarî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xwendin û têda bi helkefta roja nîştîmanî û bîranîna şest û şeş saliya damezrandina Komara Çîna Netewî pîrozbahiyê li gel û Hikûmeta Çînê kir. Her wiha daxwaz jî li welatê Çînê kir ku li hevkarîkirin û sermayeguzarî û yarmetîdana wan koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê da dijîn, palpiştê Herêma Kurdistanê bin.