Polîtîk

Wezîrên Norwêcî spasî Barzanî kirin

Roja dûşem 24.08.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda welatê Norwêç kir ku ji Borge Brende Wezîrê Derve û xanima Ine Marie Eriksen Søreide Wezîra Bergirî û xanima Sîsîl Birîa Balyozê Norwêç li Iraq û hejmarek ji şêwirmend û karbidestê Wezareta Derve û Bergiriya Norwêçê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Norwêç, ji bo wê rola serkirdayetîkirina şerê Da’îşê de gêraye spasî Serok Barzanî kir û her wiha amadebûna Serok Barzanî ya li bereyên şer bi sedemeke girîng û îlhambexş ya ji bo bilind kirina ure û morala Pêşmerge û serkeftina wan li beranber terorîstan da zanîn. Her wiha eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku welatê wan li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê ya li hemû qonaxan da berdewam dibê.Li beşekî dinê vê civînê de Wezîra Bergiriya Norwêç spasî wê hemahengiya bêwêne kir ku li navbera rahênerên serbaziyên welatê wan û hêzên Pêşmerge da hebûna xwe heye û proseya rahênana Pêşmerge hem li warê fêrbûna awayên şerkirin û bergiriyê û hem jî li rûyê bilind kirina asta hişyarî û zanyarî ya pêwîst ji bo hêzên Pêşmerge li warê cûda cûda de bi serkeftî wesif kir.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî hevkarî û palpiştiya welatê Norwêç ya ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir. Her wiha tîşk xiste li ser rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û behsa amadehî û ureya bilinda hêzên Pêşmerge û hêzên asayîşa Kurdistanê kir ku li hemû çirkesatek amadeyê berperçdana terorîstan û parastina destkeftên gelê Kurdistanin. Di derbarê rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku ewê li Kurdistanê tê dîtin babetekî sirûştiye û derbirinên jiyana demokrasiye û proseya siyasî her çawa bê bandorê li ser hêzên Pêşmerge û hêzên asayîşa şerê dijî terorîstan û aramiya navxweyî danayne.Her li vê kombûnê da rewşa siyasî û emniya Iraqê û rêyên çareserkirina giriftên Iraqê guftûgo kirin û behsa paşaroja Sûriye û proseya aştî li Tirkiye kir û di derbarê girjî û nakokiyên di navbera artêşa Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku şerkirin bijardeyekî xerape û pêwîste cara dawî ew alî nakokiyan veguhezin mêzeya guftûgoyê û aştî û ji bo zîndîkirina proseya aştî jî Herêma Kurdistanê amadeyê hemû yarmetîdanêke.Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Norwêç mijareke dinê vê kombûnê bû.Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button