Polîtîk

Xazî: Serokê parlamentoyê Kurdistanê ber bi şerê navxweyî dibe

Endamekî serokatiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, serokê parlamentoya Kurdistanê şaşaiyeke stratejîk kir û Kurdistanê ber bi şarê navxweyî û duîdareyîyê dibe.Xazî Seîd endamê serkirdayetiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê ji ajansa Anadolê re got ku, pirsa serokatiya herêma Kurdistanê bi du rêyan çareser dibe; bi rêya qanûnî û siyasî û diblej:- Serokê parlamentoyê Yusif Miheme ku ser bi tevgera Goranê ve ye û sekreterê parlamentoyê Fexredîn Qadir ku ser bi Komela Îslamiya Kurdistanê ve ye, wan şaşieyeke stratejîk kir dema xwestin roja 19.08.2015ê, bê lihevhatina aliyên siyasî, civîna parlamentoyê bikin û bi piraniya dengan qanûna serokatiya herêma Kurdistanê derbas bikin. Eger di wê civînê de hijmara qanûnî ya parlamenteran amadebibane û civîn bihataye sazkirin hîngê da rêkeftina aliyên siyasî ki hikûmet li ser wê rêkefitnê hatiye avakirin hilweşe, gelê Kurdistanê da bibe du beş û da Kurdistan ber bi şerê navxwe û duîdareyî biçe.Weke tê zanîn serok û sekreterê parlamentoya Kurdistanê hewildan 19ê vê mehê civîneke awerte ya parlamentoya Kurdistanê saz bikin û bêy Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hin aliyên din, qanûna seroaktiya herêma Kurdistanê pesidn bikin, lê himara qanûnî ya endamên parlamentoyê amade nebûn, ango 58 endam amade nebûn û civîn nehat sa kirin.Niha aliyên siyasiyên Kurdistanê lêdixebitin lihev bikin û paşî li parlamentoyê wê pirsê yekalî bikin.

Back to top button