Polîtîk

Berpirsiyarê yekem yê ketina Musilê Malikiye

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma KurdistanêNurî Malikî Serok Wezîrê berê yê Iraqê ku niha bi serdanekî li Komara Îslamî ya Îrane li beranber encamên lîjneya taybetî ya Encûmena Nûnerên Iraqê ya ji bo lêkolîna li ketina Musilê li daxuyaniyek da komek nêrînên bêbingeh xistiye rû û ketina bajarê Musilê bi muwamereyekî hevbeşa di navbera Herêma Kurdistan û welatê Tirkiye li qelem daye.Li bersîva wê de bi hemû aliyek radigihînîn ku em daxuyaniya Serok Wezîrê berê yê Iraqê hîç bingehek nîne û dûre ji rastiyê û xwe veşartine ji sedemên rastî yê ketina Musilê ku navbihurî berpirsiyariya yekema vê rûdawê dikevê ser milê wî.Encamên lêkolîna lîjneya taybetî ya Encûmena Nûnerên Iraqê ya ji bo lêkolîna ketina Musilê gelek bi rûnî derdixe ku Nûrî Malikî berpirsê yekemê wê karesatêye ku li ser bajarê Musilê da hatiye û bi axaftin û tometa bêbingeh nikarê xwe jê bêbehr bike. Ewê bi siyasetê derfetek ji helên bingeha Da’îşê rexsand û guh bi hoşdariyên birêz Serokê Herêma Kurdistanê neda û bûye sedema ketina Musilê, şexsê Nûrî Malikiye. Ewê niha li hêla yekem de şerê terorîstan dike û efsaneya Da’îşê şikandiye, hêza Pêşmergeyê Kurdistane.Peyvdarê Fermî yêSerokayetiya Herêma Kurdistanê19.08.2015

Back to top button