Civak

Divê serokê parlementoyê doza lêborînê bike

Rêveberê Rêveberiya Şehîd û Enfalan li devera Soran dibêje, pêwîst e serokê Parlamentoya Kurdistanê daxwaza lêborînê ji malbatên şehîdên Kurdistanê bike, ji ber ku bersiva daxwaza dayîka şehîdan neda û li cem malbatên şehîdan ev yek wek bêrêziyekê ye.Eşqî Mela Rêveberê Rêveberiya Şehîd û Enfalan li devera Soran ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja 18ê vê mehê Dayîka Şehîdan Ayişê li pêşiya ofîsa parlamentoyê ligel mlbatên şehîdan li devera Soranê peyamek xwend, piştre ew peyam bi rêya parlamenter Hîva Hacî Mîrxan gihîşt destê serokê parlamentoyê, ku derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bû û tê de dazwaza tifaq û yekrêziyê kiribû û bo vê yekê daxwaz ji serokê parlamentoyê kiribû ku bi rolê xwe rabe.”Eşqî Mela wiha got: “Mixabin tevî wê xemxuriya Dayîka Şhîdan û malbatên şehîd û enfalkiriyan, serokê parlamentoyê ti girîngiyek neda wê peyamê û ev yek jî wek bêrêzî tê dîtin, lewma em wek malbatên şehîdan daxwaz dikin ku serokê parlamentoyê bi fermî daxwaza lêborînê ji malbatên şehîdan bike, ji ber ku ew peyam piştguh kir.”

Back to top button