Civak

Li Bakur hewldana aliyên siyasî

Di derbarê hevdîtinên hinek aliyên siyasî yê dezgehên sivîl Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê daxûyaniyek ragihand. Daxûyanî: Partî û Rêxistinên Kurdistanî Serdanên Dezgehên Sivîl an DidomîninHeyeteke ku li ser navê Hereketa Azadî,ÖSP, PAK, PAKURD,PDK-Bakur îro(19.08.2015) li Amedê serdanên Dezgehên Sivîl kirin.Heyet ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Nurî Sinir û endamê Serokê Rêxistina Amedê ya PAKê rêzdar Hanîfî Turan , Endamê birêvebirîya navendî ya PDK-Bakurê rêzdar Mevlut Tamses,Endamê rêvebirîya rêxistina Amedê ya PDK-Bakurê rêzdar Aslan Îlhan, Sekretere duwem yê Hareketa Azadî rêzdar Sidki Zîlan ,Serokê rêxistina Amedê ya ÖSP yê rêzdar Nusrettin Maçîn û Endamê dîvan a PAKURDê rêzdar Erhan Kaçar pêk hatibû.Heyet pêşîyê serdana TÎHVê(Veqfa Mafê Mirovan ya Tirkîye yê)kir li vir ji alîyê serokê sazîyê rêzdar Bariş Yavûz û endamên rêvebirîyê hatin pêşwazî kirin.Heyet li Mazlum-Derê berdawama hevdîtinan kir û li vir jî ji alîyê serokê sazîyê rêzdar Alî Îhsan Gultekîn hatin pêşwazî kirin.Heyet di dawîyê de jî serdana Eğîtîm-Sen(Sendîkaya Perwerdekaran) ê kir û li vir jî ji alîyê hevserokê sazîyê rêzdar Yildirim Arslan û endamên birêvebirîyê hatin pêşwazî kirin.Di hevdîtinan de her dû alî yan di derbarê şerê îro li Bakurê Kurdistanê berdewame nêrîn û helwestên xwe bilêv kirin.Berdevkên heyetê di hevdîtinan de wiha anîn ziman: “Divê ku ev şer demildest raweste.Ev xwîna ku direje xwîna gelê Kurdistanê yê.Zerer û tahrîbata zêdetir li welatê me çêdibe.Divê dîaloga rasteqîn destpê bike.Divê zutirîn wext hemû partîyên sîyasî yên Bakurên Kurdistanê muhatabê mesele.Û divê dû alî şerrawestandin bê îlan kirin.Garantorên navnetewî jî daxilî hevdû dîtinan bibin.Û divê hûn Dezgehên Sivîl jî di vê meselê de roleke aktîfitir bilêzin.”Berdevkên Dezgehên Sivîlan jî di axaftinên xwe de gotin ku:”Ev hewla we gelek pîroz e.Ji ber şerrawestandinê çi bikeve ser milê me em amadene.”Her sê hevdîtin jî bi atmosfereke germde û berhemdar derbas bû.19.08.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button