Li ber baregeha PYDê xwe şewitand
Welid Evdirehman ji Kurdistana Rojavaye û niha li Kurdistana Başûr li Bajarê Silêmaniyê penaber e.Ew jî wek gelek kurdên Rojava ji ber zilmê rewiyayê û li Silêmaniyê cih bûye.PYDê kurê Birîn temênê 15 salî revandiyê û biriye daku bikin şervan. Lê Babê Birîn Welid li Silêmaniyê serdana avahiya PYDê kiriye û doza kurê xwe li wan kiriye. PYDê tu bersiv nedayê Welid û malbata wî.Welid dest greva runiştinê li ber avahiya PYDê li Silêmaniyê kiriye. Lê kesekî di derbarê kurî wî de xeberek nedayê.Welid Evdirehman ji berpirsên PYDl re gotiye: Eger hûn kurê min navegerînin, rê bidin ez bi telefonê pê re biaxivim, ji ber ku kurdê min zarok e û temenê wî tenê 15 sal e, lê wan rê neda min ku ji min re gotin, kurê te li Qendîlê ye û em nikarin ti tiştekê ji te re bikin.”Doh welid Evdirehman 42 salî li ber avahiya PYDê agir berda cane xwe û xwe şewitand. Xelkê deverê bezîn û agir vemirandin. Lê Welid gelek şewitîbû.Ew rakirin nexweşxanê. Welid niha li nexweşxanêye û doza kurê xwe dike. Û dibêje: Heta kurê min neynin ez nasekinim, ez û malbata min hemû xwe bişewitînin. Ji xwe yên kurê min birîn ez şewitandim e.