Polîtîk

Aşûriyên Amerika vedigerin Kurdistanê

Îro sêşem 09.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Dêra (Kilîse) Rojhilata Aşûrî li Cîhanê kir.Li hevdîtinê de şandê ji bo wan hewlên Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina wê hejmara zêdeya koçber û penaberan, spas û pêzanînên Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê bi Serok Barzanî ragihand, li pêkhatên olî û neteweyiyên cûda cûda û pêdiviyên jiyana wan desteber kirine, bi taybetî jî rexsandina derfetek ji bo zarokên koçberan ku li Kurdistanê dirêjiyê bi xwendinê didin. Her wiha spasî bêhnfirehiya xelkê Kurdistanê jî kir û balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziyê ye Kurdistan bûye penagehekî aram ya Mesîhiyan û peyrewên ol û mezhebên dinê Iraqê û ew pêkvejiyana arama di navbera pêkhatên cûda cûdayên Kurdistaniyan wekî mînakeke geşe û cihê şanaziyê ye. Endamên şanda Serokê Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê eve jî dûpat kir ku pêwîste welatên cîhanê hevkar û palpiştê Herêma Kurdistanê bin li şerkirina dijî terorîstan û yarmetîdana koçberan û hêvî jî xwest ew navçeyên heta niha li bin destê terorîstan da mane bêne azad kirin û koçber vegerin malên xwe.Li beşekî dinê hevdîtinê de şanda mîhvan ragihand ku li meha Eylûla îsal li Hewlêrê hilbijartin ji bo cîh girtina qedaseta Patriyak Mar Dinxayê Çarem Serokê Koçkiriyê Kinîseya Aşûrî Rojhilat, birêve diçê û kursiya Serokê Dêra Aşûrî Rojhilat ji Amerîka ve vediguhezin Hewlêrê û eve jî bi rûdawêkî girîng ya Kurdistanê û Aşûriyên cîhanê da zanîn.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera pêkhatên Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku Kurdistan nîştîmanê hemûyane û pêwîste hemû aliyek têda bi azadî û serbilindî bijîn. Serok Barzanî tekez jî kir ku terorîst ne li dijî pêkhatek yan olekî diyar kirîne, belkû dijî hemû mirovayetîne û dijî jiyan û azadiyê ne, ji bo wê yekê destê wan gihîştibê her navçeyek, cihên pîrozên hemû olan teqandine, her ji mezargeha pêxemberan û mizgeft heta digihe Dêr û perestgehên olên din, lê belê dilniyayîn terorîst tu paşarojeke wan tûne û hemû ew cîh têne azad kirin ku heta niha li bin destê wan da mane.Li dawiya hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê spasiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Back to top button