Civak
Em Leyla Qasimê ni granî bi bîrtînin
Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.Leyla Qasim tekoşereke jin ya endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq(PDK I) bû. Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire. Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi gramî bi bîr tînin.Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)


