Polîtîk

Divê dewlet li gel hevwelatiyên Kurd aşitîyê pêkbîne

Seroka nû ya  dezgehê herî  mezin  û girîng ya karmendên Tirkiye (TUSAD) Umit Boyner îro derket himberê medya yê. Boyner li ser rewşa  ekonomî û siyasî ya Tirkiye dîtinên xwe gotin û di gelek waran de bersiva pirsên rojnemevanan da.

Bi kurtahî xalên ku seroka Karmendên Tirkiyê (TUSAD) Boyner behsê kirîn evin:

–          Divê di destûrê de reform bête kirin û desturek sivîl çêbibe û tu dem ji bo vê ne dereng e.

–          Divê qanûna hilbijartina bête guhertin û baraja % 10 bête kêmkirin. Ev nisbet li tu derê cîhanê tuneye.

–          Divê kesek behsa midexeleya siyasetê neke û misteva siyasî evqas kêm nebe. Behs kirina midaxeleyê ne layiqê welatê meye.

–          Kêr nayê ku serokfermandar peyamên siyasî bide. Gerek brukrasiya leşkerî  bi temamî girêdayê otorîta siyasî be.

–          Divê dewlet li gel hevwelatiyên Kurd aşitîyê pêkbîne.

–          Divê hukumet di çerçova Yekitiya Ewropa de demokrasiyê cih bike û Tirkiye bi temamî democratize bike.Ji bo vê jî guhertnên pêwist bêne kirin.

 

Back to top button