Navbera Zêbarî û Ebadî têk diçe
Li ser kêmkirina budceya herêma Kurdistanê di navbera serokwezîrê Îraqê û wezîrê êkonomiyê hikûmeta Îraqê de nakokî û pirsgirêk derketine û li gor hindek çavkaniyan wezîrê êkonomî biryar daye vegere Hewlêrê û vê pirsê digel berpirsên herêma Kurdistanê yekalî bike.Mesûd Heyder endamê parlamentoya Îraqê û endamê komîteya êkonomî li parlemantoya Îraqê di daxuyaniyek ji Somernews re aşkere dike ku, ji ber kêmkirina budceya herêma Kurdistanê di navbera Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê û Hişiyar Zîbarî wezîrê êkonomiyê hikûmeta Îraqê de nakokî û pirgirêke derketine û Zêbarî li hember kêmkirina budceya herêma Kurdistanê gilî û gazinde ji Ebadî kirine.Mesûd heyder di daxuyaniya xwe de dibêje: Li gor beyanameya wezareta nefta Îraqê, herêma Kurdistanê di nava meha nîşsanê de 13 milyon û nîv bermîlên neftê radestîû SOMO (kompaniya Îraqê ya berprisiyar ji firotina neftê) kirine ku buhayê wê dike 698 milyon dolar (818 milyar dînar) lê hikûmeta Îraqê bi tenê 543 milyar dînar ji bo herêma Kurdistanê hinartine, ev jî bi tenê 35% miaşê karmendên hikûmeta Kurdistanê ye. ji ber vê yekê nakokî û alozî di navbera wezîrê êkonomiyê Îraqê û serokwezîrê Îraqê derketine.Li got hin çavkaniya, niha Hişiyar Zêbarî biryar daye vegere Hewlêrê, raya herêma Kurdistanê li hember vê pirsê bizane û wê digel berprisên balayên herêma LKurdistanê çareser bike.