Çurukkaya: Akat dijminetiya kurdan dike
Li Bakurê Kurdistanê gelek partî û rêxistinên kurda bûyera Mahabatê protesto kirin û herwiha rejima Îranê ya êrîşkar şermezar kirin. Xelkê Bakurê Kurdistanê bi rêya dezgehên siyasî. partî û komeleyên Kurdistanî pişgiriya xwe ji bo Kurdistana Rojhilat bi çelakiyan dan nîşandan.
Ayla Akat parlementera HDPê li Batmanê çalakiya ji bû bûyera Mahabtê hatî li darxistin de axavtinek kir. Akat beşek axavtina xwe de got: Çewe ku, Berivan 1992ê li Kurdistana Başûrteslimê PDKê nebû,Ferinaz jî xwe teslimê Îtlaatê(Îstixbarata Îranî) nekir.
Li ser vê axavtina Akat gelek rexne hatin kirin. Li gora nûçeya Kurd Newsê, fermanderê Gerila yê berê Sait Çurukkaya jî di vê derbarê de daxuyaniyek da û got: Berivanê sala 1992ê li Kurdistana Başûr li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye. Berîvan di şerê navbera PKKê û YNKê de jiyana xwe ji dest daye. Bi hezara gerilayên jin ji PKKê veqetiyane û xwe parastine Kurdistana Başûr.
Çûrukkaya dibêje: Ayla Akat axavtinek cahilî , nazanîn kiriye. Akat dijminetiya Kurda dike.