Nivîsar
Divê xwendekar pêşeroja welatê xwe deynin
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di konferansa wezareta perwerdêpêkanîn de kir û axavtinek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Perwerdeyê ya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr di gotin xwe de ragihand: “100 salên borî jiyan li Kurdistanê dijwar bû. Tirsa man û nemanê li cem me hebû û me nizanîbû çarenivîsa me çî ye. Em dixwazin ligel pêşerojê xwe biguncînin, ji ber ku çavê me li pêşerojê ye.”
Nêçîrvan Barzanî wîha got: “Pêwîstiya me bi sîstemeke perwedeyî serbixwe heye ku serdemiyane be û ligel sedeya 21ê be. Divê xwendekar pêşeroja welatê xwe deyîne, ji ber ku di vê sedeyê de pêşwîstî bi her welatiyekî heye.”