Aso ya Kurdan – Kurdistan e!
Cemal BATUN
Di dîroka nûjen a mirovayetiyê de, kêm netewe hene ku wekî Kurdan ji bo azadî û serxwebûna xwe ewqas bedelên giran dabin. Her malbatek Kurd ji 45-50 milyon Kurdan, ji bo doz û tevgera welatê xwe bedel daye – ji her malbatê șehîdên Kurdistanê hene. Konjoktura cîhanî ya nexêr bi dehên salan jî nekarîye vîna azadiya Kurdistanê li gel gelê Kurd vemrîne. Bi sedên projeyên hevbeș ên dagîrkerên Kurdistanê, li pêș vîna azadiya Kurdistanê ya kesayetiya Kurd, wekî encam bi ser neketine. Ne çekên kimyawî, ne valakirina deșt û wargehên Kurd, sirgun û zindanan nekariye hest a azadiya Kurd û Kurdistanê bivemrîne…
Li Bașûrê welatê me, ev nêzîkî 25 salin ala Kurdistanê wekî çirayekî di tarîtiya rewșa herêma Rojhilata Navïn de: ronahiyê dide – Kurdistanê, mirovayetiya demokrat û her kes, dezgeh, welatê ku rêya azadî, demokrasiyê ji xwe re kiriye xet û misyon. Vê realiteya Bașûrê Kurdistanê, hêviyên Kurd / Kurdistanê berztir kirin e. Di cîhanê de baweriya bi Kurdistanek azad – a ewle, demokrat, modern, di nav konsensusa civatî ya aștiyane de, her û her xurt bûye. Dagîrkerên Kurdistanê, dijminên Kurdistanê, nîjadperestên netewî û olî yên hawîrdor ji bo vê keyana Kurd / Kurdistanê vemrinîn ketine nav hewlên nexêr û hov de.
Li aliyekî teror a hov a nîjadperestî û olî êrîșên yekser û berfereh tînin ser Kurdistanê. Li aliyekî din jî: cîhana demokrat bi heyranî li șerê Kurd ji bo parastina Kurdistanê û mirovayetiyê temașe dike. Navê pêșmergeyên qehreman li cîhana demokrat bûye remz û sembola tekoșîna ronahiyê li ser tarîtiyê…Herî dawî di seredana xwe ji bo paytext Hewlêrê, Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper diyarkir ku: Cîhan bi heyranî li Kurdistan û Pêșmerge temașe dike.
Îro seredana Serok Barzanî ya Washingtonê destpêdike. Di bernemaya Serok de hevdîtin li gel Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerika Obama heye. Li gor agahdariyên berî seredana Serok Barzanî hatî dayin de: li ser mêza danûstandin û diyalogê de: pirsa terora DAIȘ, rewșa herêma Rojhilata Navîn û herweha nexșe-rêya serxwebûna Kurdistanê heye.
Serokê Kurdistanê temsîla Bașûrê Kurdistanê û herweha temsîla vîna azadiya Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dike. Hin dengên ji daxwaz û vîna Kurd ên dûr – wekî yê Duran Kalkan ku li dij serxwebûna Kurdistanê dirawestin, temsiliyetek wan a Kurd / Kurdistanî tune ye. Ger bi deh hezaran xort û ciwanên Kurd li Bakurê Kurdistanê li ser çiyayê Kurdistanê bedela șehadeta dan e – wan ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe tirxan kir. Ne ji bo bicîhanîna siyasetên entegre li gel welatên dagîrkerên Kurdistanê.
Aso ya Kurdan – azadiya Kurdistanê ye. Ew jî bi hewl û kiryarên bilind ên neteweyî, diplomatik, liberxwedan a ji bo pêșeroja azadane û serbixwe ya Kurdistanê – di temsiliyet a Serok Barzanî de jiyanê dibîne…
Stockholm, 03 Gulan 2015
____________________________