Li Kerkûkê pêşmerge sengerê xwe bi hêz dike
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê ragihand ku, îro hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê ligel Hêzên lîwaya 2 û lîwaya 10 ên Wezareta Pêşmerge û polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê êrişî çeperên DAIŞê kirin û karîn navçeyeke berfireh rizgar bikin û metrisiyê ji Kerkûkê dûr bixin.
Hesen Yezdanpena Cîgirê Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê û fermandarê Hêzên Pêşmerge li rojhilatê Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku îro sere sibehê balafirên şer ên hevpeymaniyê li deverê li çeper û navendên DAIŞê dan, me jî êriş kir û karî bi tundî li wan bidin û metirsiya li ser Kerkûkê dûr bixin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Em wek hêzên Partiya Azadiya kurdistanê 30 termên terorîstên DAIŞê ketin destê me de, herwiha gellek çek û teqemenî ketin destê me de. Niha jî Hêzên Pêşmerge senger û çeperên xwe bihêz dikin.”