Cîhan

KOÇ-KAK îsal newrozê pîroz nake

   
 
NEWROZA GELÊ KURD PÎROZ BE.

ÎSAL EM CEJNA NEWROZÊ BI DÎLAN, ŞAHÎ Û GOVEND PÎROZ NAKIN.

HEVAL Û DOSTÉN ME ÊN KURDPERWER, KURDISTANÎYÊN RÊZDAR ,

Jiber rewşa Kurdistanê a taybet, ku gelê Kurd li hember daişe di şereki dijwar deye û her roj Pêşmege û Şervanên Kurd şehid dikevin.

Me îsal biryar da ku em Cejna Newrozê bi avayekî dîlan, govend û şahîyane pîroz nakin. Eme îsal cejna Newrozê bi avayekî taybet, bi xwendina helbestan, gotarên li ser wateya Newrozê û muzika giran li Komela KOÇ-KAK pîrozbikin. Her weha wê Azad Xoşnav bi Kemana xwe û Hejar hunermend li gel mebe.

Bi hevîya ku di dawiya wî şerê giran de em bi dilxweşî damezrandina Dewleta Kurdistanê a serbixwe bibinin.

Em cejna Newrozê li hemî gelê Kurd pîroz dikin.

Bijî Newroz

Bijî Kurdistan

Bijî û her bijî PÊŞMERGE

KOÇ-KAK Elmanya

Back to top button