Polîtîk

Ozçelik bersiva dozerê dadgeha bilind dide

Dozerê dadgeha Temizê ya Tirka ji berî niha demekî kin nivîsek ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) re rêkir û da xuyakirin ku, Nav û bernama PAKê ne li gora destûra bingehîn a Tirkiye ye.

Ji bo vê yekê jî Dozer ji PAKê daxwaz kir ku navê partiyê û bernama partiyê heta mehekî biguherin.

Eger PAK vê yekê nekê dê ji bo girtina partiyê li dadgeha bilind a yasayî ji bo girtina partiyê doz bête vekirin.

Li ser vê bûyerê serokê giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk daxuyaniyek da.

Ozçelik dibêje ku eve 90 salin siyaseta dewleta Tirk dibêje “ Yek Milet, YekDewlet, Yek Al û Yek Niştiman“ siyaseta xwe li ser inkar, îmha û asimîlekirina kurda ava kiriye. Ji xwe PAK ji bo vê zihniyetêre bêje bes e, hatiye avakirin.

Şûna ku dozer daxwaz dike ku PAK navê xwe û bernama xwe biguherê, bila ew maddeya 90. ya destûrê biguherin û dastura xwe li gora welatên pêşketiyên cîhanê pêk bînin.

Back to top button