Cîhan

Qehremaniya pêşmerga daxwazên DAÎŞê têk bir

Şêwermendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulusê Romaniyayê yê li Bexdayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, oehremanî û berxwedana hêzên pêşmerge xwestek û pêşrewiyên terorîstên DAIŞê rawestand.

Şêwermendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Romaniyayê yê li Bexdayê Lacob Prada û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de ki Konsulusê Romaniyayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq, welatên cîran û şerê dijî terorîstên DAIŞê hate kirin.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî behsa cudatiya hêza terorîstên DIŞIê di destpêkê û niha de kir û da zanîn ku terorîstên DAIŞê niha zêdetir parastina xwe dikin û dixwazên axeke zêdetir ji dest nedin û got: “Qehremanî û berxwedana hêzên pêşmerge xwestek û pêşrewiyên terorîstên DIŞIê rawestand.”

Di berdewamiya hevdîtinê de Prada jî eşkere kir ku Romaniya ji nêz ve wenêrînê bûyerên heyî dike û li ser vê yekê hûr dibe ka çawe û bi çi awayî dikare zêdetir piştgîriya şerê dijî terorîstên DAIŞê bike.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku terorîstên DAIŞê ji rewşa siyasî ya Iraqê fêde wergirtin û derbarê çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên li Iraqê de jî got: “Li Iraqê de pergalên padişahî, komarî, dîktatorî û niha jî pergala fedralî hatine cerbandin lê ti pergalek ji wan di warê çareser kirina kêşeyên heyî de serkeftî nebûne lewre dibe aliyên siyasî hewl bo damezrandina pergaleke nû ya siyasî bidin ku bikarêbe kêşeyên heyî çareser bike.”

Back to top button