Xwîna pêşmerge bûye hawina serkevtinê

Birayê birêz Kak Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Silavekî germ…

Peyama cenabê we ya di derbarê serkeftinên Pêşmerge li Başûr û Rojavayê Kerkûkê û têkşikandin û ravedûnana terorîstan gihîşt.

Serketinên îro ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek hêvî bexşin û dilê hemû Kurdistaniyan şad kir. Serxweşiyê li malbat û kesukarên wan Pêşmergeyên ezîz dikim ku xwîna wan bûye hevêna serketinên îro û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Destxweşiyê li we û hemû Pêşmerge û Femandeyên qehreman dikim ku vê serketina mezin tomar kirine. Spasî dilêrî û hîmeta we hemûyan dikim û ev serketin li gelê Kurdistanê jî pîroz bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.03.2015

Nêrînek

  1. Weyy mala cenabê serok hezar carî ava bî.. Peyamên serok Barzanî merîyan hînî ziman/çanda Kurdî jî dike..\r\n\r\n”Xwîna pêşmerge bûye hawina serkevtinê” ango dema ku gelik xarin û vexarin bêhawîn bin ew nameyên, ango ne tên xarin, ne jî tên vexarin..

Nerîna min :