Polîtîk

Operasyona Kerkûkê: Pêşmerge pêşve diçe

Di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê li dijî DAIŞê de, devera Mela Ebdullah û bi dehan gundên din hatin rizgarkirin.

Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge û hêzên polîs û asayîşê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li başûrê Kerkûkê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kirin.

Fermandarê Tabûra 4ê ya Hêzên Pêşmerge Bapîr Şêx Wesanî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge pêşve diçin û devera Mela Ebdullah bi temamî rizgar kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê Huner Ehmed li eniya şer ragihand: “Çekdarên DAIŞê gellek bombe li şûna çandine. Di dema ku tîmên pûçkirina bomban mijûlî karê xwe bûn, mayînek teqiya û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar ketin.”

Huner Ehmed wiha got: “Li aliyê Dubiz 5 gund hatin kontrolkirin. Ji aliyê Mekteb Xalid êriş berdewam e û 3 gund, 3 rê û navenda sereke ya Artêşa Iraqê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Tevî ku çekdarên DAIŞê hêzek mezin aniye navçeyê, lê dîsa nikare rê li pêşiya pêşveçûnên Pêşmerge bigire.”

Herwiha di vê operasyonê de balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî çeper û navendên DAIŞê li eniya başûrê Kerkûkê li navçeyên bombebaran dikin û rê ji pêşveçûna Hêzên Pêşmerge re vedikin.

Peyamnêrên Rûdawê li Kerkûkê ragihandin ku balafirên hevpeymaniyê, seat 04:00 Smayîlawa, navçeyên Gubeybe, Telwerd, Mela Ebdulla û Meryem Beg bi giranî bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din di vê operasyonê de beşdar nebûye.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl ragihand ku, bo azadkirina derdora Kerkûkê, Pêşmerge li benda Artêşa Iraqê namîne û dê bi xwe navçeyên di bin destê DAIŞê de rizgar bike.

Back to top button