Civak

Polisa xwestin Ala Kurdistanê bînin xwar

Li Amedê dema xwepêşandana roja cîhanî ya jinan de endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî wekî her xwepêşandanê de cardin sembola netewî bi ala Kurdistanê tevlî xwepêşandanan bûn.

Gelek ala û flamayên cuda hebûn. Lê polis midexele kir û xwest ciwan Ala Kurdistanê ranekin. Lê Ciwanan guh neda polisan Ala Kurdistanê rakirin.

Piştî demekî Şaredara Diyarbekir Gulten Kişanak û Selma Irmak jî hate cihê bûyerê. Selma Irmak jî ji Ciwanan daxwaz kir ku Ala Kurdistanê ranekin. Lê Ciwanan ev yek red kir û bi Ala Kurdistanê û bi coşek mezin xwepêşandana xwe berdewam kirin.

Polis ji Ciwanan dixwaze Ala Kurdistanê ranekin…Ciwan bersivê didin ……

Gulten Kişinak û Selma Irmak têne cihê bûyerê ew jî dixwaze Ciwan Ala Kurdistanê bilind nekin

 

Endamên Tevgerê bersiva Kişinak didin : Em Ala xwe naynin xwar

 

Back to top button