Pêşmerge çekên giran rêkirin Kobanê
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Muslih Zêbarî ragihand ku, îro karwanek din ji çekan guhîştin Kobanê û tekez kir ku mizgîniya serkeftinê nêzîk bûye.
Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şer li Kobanê berdewam dike. Hêzên Pêşmerge û şervan pêşve diçin. Heta niha me bêtirî 160 gund azad kirine. Terorîst direvin û gundan vala dikin. Gellekî lawaz bûne.”
Zêbarî wiha got: “Îro 12 termên DAIŞê ketin destê me de.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeper û navendên DAIŞê dan ber bombeyan. Ziyanên mezin gehîştin wan çekdran.”
Muslih Zêbarî ragihand: “Îro karwanek din ji çekan guhîştin Kobanê û tekez kir ku mizgîniya serkeftinê nêzîk bûye.”