Kultur
Peykera Hucam tê danîn
Pêşmnergeyê Kurdistanê Hucam Surçî 26ê meha yekê 2015ê ji aliyê hovên DAÎŞê ve hate serjêkirin û ket nava karwanê şehîdên Kurdistanê.
Biryare ku peykerî vî qehremanî li qeza Berdereş girêdayî Duhokê bête danîn.
Di vê derbarê de kaymaqamê Berdereş Serdar Yehya daxuyaniyek ragihand ûgot: Ji bo ku malbata şehid li navçeya me dijî. Ji bo yada şehid em peykerekî li navçeya xwe datînin.
Herweha dê navê şehîdê me ji bo çarrêyanekî jî bête kirin. Surçî sembola berxwedana meye û divê her tim li bîra me be.
200