Gundên Kobanê tên rizgarkirin

Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Grl (YPG) li gundên derora Kobanî pêşve diçin û heta niha zêdetirî 100 gund ji destê DAIŞê derxistine. Herwiha zêdetirî 15 çekdarên DAIŞê ji çeperên şer li Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve reviyan.

Peyamnêrê Rûdawê li çeperên şer li Kobanî, Imer Kalo ragihand: “Şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û rêxistina DAIŞê de li derdora bajarê Kobanî berdewam dikin û hejmara gundên ku ji rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin 100 gund derbas kiriye.”

Imer Kalo wiha got: “Hêzên kurdî li rojhilatê Kobanî derdora 20 km pêşve çûne û şervanên YPGê bi piştgiriya topbarana Pêşmerge û bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî, gihiştine nêzîkî gundê Qeremox.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Li aliyê başûrê Kobanî jî bi derdora 25 km, hêzên kurdî li derdora gundê Kofî ne û li ser rêya Helebê jî gundê Rovî derbas kirine.”

Kalo herwiha got: “Li aliyê rojavayê Kobanê jî hêzên kurdî derdora 20 km pêşve çûne û niha li derdora gundê Qereqo ne.”

Peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku, “Duh zêdetirî 15 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Kobanî ji ber hêzên kurdî reviyan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.”

555

Nêrînek

  1. Ew ceteye îslamî DAIS'ê derbeka gelek mezin xwar û taban ji serîda bi yekîtiye Kurdistaniyan van û bê pistgiriye Amerika û devleten rojhelata Evrûpan jî derbeka gelek û gelek mezin xwar. Cend rojen derbas bûyîn dan jî ji devleten Ereba dan jî Ûrdên en jî dû rojen derbas bûyîn da bi balefrengen xwe derbeka mezin li ew ceteye îslamî DAIS'ê xist. Ez dikarim bejim li dijî ew erîsen ceteye îslamî yekîtiye gele me Kurd van ew serketin hate kirin. Le mixabin henik însanen me hene hîn jî wekî mînek ew siyaseten xwe kevin wekî mînek salen 70 dan dimesînine ji bo we henik tisten ne rasten van tînine ziman û li goriye wana PKK û PYD tû xebatek nekiriye û ewana ew gotinen xwe wekî reklameke mînek siyaseten xwe salen 70 da dimesînine dibijene û li her deme erîsê li ser PKK dikine. Ew tisten ûsa tene gotin ne tistekî base û ew tisten ûsa dibijin jî ji bo berxwedana Sengal û Kobanê qet tistekî rastiyê jî qet nekirine û bes siyaseteke dimesînine. Beter jî PKK, PYD û gele me rojhelat û kecen Kurdistan'ê qehreman û dûran jî wextek Pesmerge gehêste Kobanê derbeka gelek mezin li ew ceteye îslamî DAIS'ê hate kirin.\r\nEw jî êdî eskereye bûye derek gele me li rojen ûsa tengayên da dev ji siyaseten xwe kevin salen 70 dan berdên û ji bo gele me û Kurdistan'ê ran xebaten bas bimesînin.

Nerîna min :