PAK serdan partiyên kurd dike
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik îro(05.02.2015) li Amedê li gel endamên Birêveberîya Navendî ya PAKê rêzdaran Abdurrahman Ecer û Vahit Aba û rêvebrerê Teşkîlata Amedê rêzdar Hanefi Turan seredana PDKT (Tevgera Partîya Neteweyî Demokrat a Kurdistan ) û KADEP(PARTİYA DEMOKRASİYA BEŞDAR) kir.
Di hevdu dîtina yekem de, heyeta PAKê ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera PNDK yê rêzdar Cemşit Fırat û yek ji damezranêrê Tevgera PNDK yê rêzdar Şeyhmus Asığ ve hate pêşewazî kirin.
Di hevdu dîtina duwem de jî heyeta PAKê ji aliyê Serokê Giştî yê KADEPê rêzdar Lutfi Baksi û endamê Komîteya Rêveberîyê yê KADEPê rêzdar Ciwanroj Ceyhan ve hate pêşewazî kirin.
Rêzdar Özçelik jibo beşdariya Tevgera PNDK yê û KADEPê ya jibo resepsiyonên PAKê spasiya Tevgera PNDK yê û KADEPê kir. Van ziyaretan jî wek îade-î ziyaret binav kir.
Hevdîtina PAK û PNDK
Di herdu hevdîtinan de jî, heyetan bal kişandin ser grîngîya peywendîyên partî û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî. Heyetan behsa têkiliyên herdu aliyan ku ji Komîsyona Dîyalogê, Hewldana Partiyeke Kurdistanî û heta îro ve hatiye meşandin kirin. Herweha heyetan grîngîya germtir kirina têkiliyan anîn zimanî
Hevdu dîtina PAKê û Tevgera PNDKê û ya PAKê û KADEPê bi awayekî dostane û berhemdar derbas bû.05.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
138