Civak

Pêşmerge ji bo êrîşek mezin hêviya fermanê ne

Piştî ku Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê serkeftinên mezin bidest anîn û li wir çekdarên DAIŞê bêhêz kirin, niha fermanderekî Hêzên Pêşmerge li wir dibêje ku, Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û tenê li hêviya fermanê ne da ku êriş bikin û tevahiya Şingalê rizgar bikin.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Li bajarê Şingalê û derdora wê carna çekdarên DAIŞê êriş dikin lê Hêzên Pêşmerge hemû bilindahî û cihên setratejîk xistine destê xwe de û her zû bi tundî bersiva wan didin.”

Şeşo wiha got: “Her carekê ku çekdarên DAIŞê êriş dikin rastî bersiva me tên û duhî me 12 çekdarên wan kuştin û 28 jî birîndar kirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge tekez kir ku, “Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û tenê li hêviya fermanê ne da ku êriş bikin û tevahiya Şingalê rizgar bikin.”

Back to top button