Rewşa Kobanê
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Şewket Mizûrî ragihand ku, ev çend roj in ku rewşa Kobanê aram e û pevçûn bi giranî deneketine, lê îro Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê tenê bi topan li çeperên hev dan. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniyê li çeperên DAIŞê dan.
Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku rewşa Kobanê aram e û pevçûn bi giranî deneketine, lê îro danê sibehê li rojhilatê wî bajêrî Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê çeperên hev topbaran kirin, lê ti ziyanên Pêşmerge nînin ji ber topbarana wan ne bihêz bû.”
Mizûrî wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro li çeperên DAIŞê dan, lê ziyanên wan nehatine diyarkirin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ev 40 roj in ku em li Kobanê ne û nexuyaye ku emê kengî vegerin û nexuyaye ku çima ew yek dereng ket.”