Kultur
TRT 6 bû TRT Kurdî
Navê kanalê televizyona dewletê yê ku 24 katjimêr weşana kurdî dikir û bi navê TRT6 dihate nasîn, hate guhertin û bû TRTKurdî.
Çewa ku tê zanîn ev kanal roja 1.1. 2009, dest bi weşana Zimanê Kurdî kiriye, pêşî kurmancî, piştre dimilkî weşan dikir û di van demên dawiyê de hinek soranî jî daxitiye nêv weşana xwe.
Navenda TRTKurdî li Enqerê ye. Ev guhertin jî diyar e ku xaleke biçûk e ji Pêvajoya Çareseriya Pirsa Kurdî.
Em jî wek Rojeva Kurd ji TRTKurdî re serkeftin dixwazin û navê wê yê nû jî pîroz dikin. Bi hêviya guhertina gelek tiştên dî…
Rojeva Kurd/Enqere