Ti kesî wek Serok Barzanî xema Şingalê nexwariye
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Simêr ragihand ku, Ti kesî wek Serok Barzanî xema Şingalê û xelkê wê nexwariye, ku berdewam Serok radigihîme ku, hemû hêvî û awatên wî ew in ku Şingal were azadkirin û xelkê wê vegerin ser mal û hale xwe. Herwiha tekez dike ku ew di wê baweriyê de ye ku, bi piştevaniya Serok Barzanî di demeke nêzîk de Şingal dê were azadkirin û xelkê wê dê vegerin ser mal û hale xwe.
Qasim Simêr Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bo ser çiyayê Şingalê û mezargeha Şerfedîn bo kurdên êzîdî rojeke dîrokî ye û ticarî ji bîra me naçe ku Serok Barzanî li ser Çiyayê Şingalê peybek pêşkêş kir û behsa xweragiriya kurdên êzîdî li ser wî çiyayî kir.”
Simêr wiha got: “Ev 4 meh in ku Serok Barzanî li eniya şer e û serperiştiya azadkirina navçeyên kurdên êzîdî dike, ku eger ne ji wî ba ew hemû serkeftin bidest nedihatin, herwiha hebûna wî li wan eniyan hêzek mezintir da êzîdiyan.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ti kesî wek Serok Barzanî xema Şingalê û xelkê wê nexwariye ku berdewam Serok radigihîne ku, hemû hêvî û awatên wî ew in ku Şingal were azadkirin û xelkê wê vegerin ser mal û hale xwe. Ez di wê baweriyê de ye ku, bi piştevaniya Serok Barzanî di demeke nêzîk de Şingal dê were azadkirin û xelkê wê dê vegerin ser mal û hale xwe.”
Qasim Simêl wiha got: “Di dema dawî de, gellek alî li ser Şingalê axivîn, lê bila her kes bizane ku Şingal Kurdistanî ye û ti kes ji bilî xelkê wê nikarin li ser pêşeroja wê biaxive.”