Civak

Li Cizîrê aligirên PKK ê û Huda-Parê şer dikin

Li bajarê Cizîrê di navbera aligirên PKKê û Huda-Par ê de şer derket. Di encama şer de li gora agahdariyan heta niha du kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.

Li gora agahdariyên ji Cizîrê tên  babê kesek berpirsê Huda-Par li Cizîrê navê wî Abdullah Deniz hatiye Kuştin herweha gencek 20 sali aligirê PKKê bi navê Yasin Ozer jî hatiye kuştin.

Bûyer demjimêr 5ê sibehê destpêkiriye. Li gora agahdariyan polis midixale nekiriye. Lê Berpirsên dewletê dibêjin ji ber ku aligirên PKKê li hinek taxan xendek kolane ew nikarin midaxele bikin.

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button