Li Kobanê DAÎŞ dişke
Li bajarê Kobanî serê vê sibehê, hêzên kurdî li ser erdê û balafirên hevpeymaniyê jî ji asmana ve li çeperên rêxistina DAIŞê dan û di şerekî giran de 16 çekdar ku emîrek jî di nava wan de bû hatin kuştin.
Fermandarê hêza Pêşmerge Neqîb Şêrwan Spîndareyî ji Rûdawê re got: “Bi hevahengiyeke baş di navbera hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, êriş birine ser cihên DAIŞê û di encamê de 16 çekdar û emîrê bi navê Cundulla Çîçanî hatin kuştin.”
Wî fermandeyê hêza Pêşmerge wiha domand: “Serê vê sibehê balafirên hevpeymaniyê 4 caran bi giranî çeperên DAIŞê bombebaran kirin û zirareke mezin gihandine wan.”
Spîndareyî li ser êrişa şeva borî jî got: “Hêzên kurdî di wê êrişê de dest danîne ser gelek cureyên çek û teqemeniyan û 8 çekdarên DAIŞê jî kuştin.”
Spîndareyî gotina xwe wiha qedand: “Bi alîkariya balafirên hevpeymaniyê û hêzên Pêşmerge, şervanên YPGê gelekî pêşde çûne û çekdarên DAIŞê ji çend taxan derxistine.”