Civata wezîran lihevhatina Hewlêr û Bexdayê nirxand
Civata wezîrên herêma Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 04.12.2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê civiya. Civîn taybet bû bi serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê û rêkeftina navbera hikûmetên herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê ji bo çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Baxdayê bû.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa encamên serdana xwe ya bo Bexdayê kir û got:
– Civînên me yên Bexdayê bi giştî erênî bûn û li Bexdayê atmosferekî nû heye, hîngê li Bexdayê pirsgirêk derdixistin, vê carê ku zanî pirs ber bi çareseriyê diçin ew bi xwe jî erênî bûn û hewildan ji bo çareserkirina pirsan hevkar bin. Danûstandin gelek vekirî bûn û me gelek bi cidî gotûbêj kirin. Me hest pê kir ew jî dixwazin pirsgirêk çareser bibin û dizanin rewş hatiye guhertin û pêwîstî bi çareseriyê heye. Bi taybetî birêz Ebadî ji bo lihevtêgihiştinê gelek hevkar bû. Karê me yê pêşîne hertim ew bû û ewe digel Bexdayê bigihin çareserriyekê û ew jî tê digihin ku em dixwazin pirsan çareser bikin û li hev bikin.
– Îraq di rewşeke êkonomî ya gelek xerap de ye û rawestandina hinartina neftê pirsgirêkên mezin çêkirine, di kabîneya berê ya hikûmeta Îraqê de gelek pere hatiye mezaxtin û ne diyare û ne zalale ka ew pere ji bo çi hatiye xeric kirin. Ew rêkeftina me digel Bexdayê kirî ji bo herêma Kurdistanê û Îraqê rêkeftinek baş e, lê ne hemû daxwazên mene. Hikûmeta Îraqê di budceya xwe ya giştî de ji bo her bermîleke neftê 70 dolar destnîşan kirine. Bexdayê ew pirsiyar ji me kir ka gelo em dê nefta herêma Kurdistanê teslîmî Somoyê bikin yan na? Me jî bi zelalî ji wan re got em dê hind nefta xwe teslîm bikin ka me li ser çenê li hev kiriye.
Barzanî got ku, ew rêkeftin dê bikeve di çarçoveya qanûna budceyê de ji bo salekê, lê esasek baş heye. Li gor rêkeftinê herêma Kurdistanê dê rojê 250 hezar bermîlên neftê bide hikûmeta Îraqê û 300 hezar bermîlên nefta Kerkûkê jî dê bi rêya boriya herêma Kurdistanê bo derve binêr in:
– Ev 11 sale em daxwazê ji hikûmeta Bexdayê dikin budceya pêşmerge bidin, qebûl nakin. Lê nuha mesrefên pêşmerge xistin nav budceya federalî, ev yek serkeftineke mezin bû. Hikûmeta federal 16 tirlyon dînaran qerizdara herêma Kurdistanê ye û ev yek bi fermê di rapora wezareta êkonomî ya hikûmeta federal de hatiye tespît kirin. Hikûmeta Îraqê pereyê kompaniyên biyanî yên warê neftê jî nedaye.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku, di warê piraktîkî de Îraqê pêwîstî bi herêma Kurdistanê heye û eger hikûmeta herêma Kurdistanê ew infrastruktura neftê dirust nekraba, nuha ne Îraq dikarî tiştekî bo herêma Kurdistanê bike û herêma Kurdistanê bi xwe jî nedikarî tiştekî bixwe bike. Barzanî got ku, nuha kar li ser wê yekê tê kirin ku, nefta Kerkûkê bi boriya nefta herêma Kurdistanê ve bê girêdan ji bo vê pirosesê karê teknîkî pêwîste.
Barzanî got ku, digel destpêkirina sala nû, ew rêkeftina navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê dê bikeve di warê piraktîkê de.