Polîtîk
Li Maratona Hewlêrê de ji bo aştiyê baz dan
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 4. Maratona Hewlêrê bi dirûşma “Em ji bo aştiyê birevin” hate kirin.
Werzîşvanên Kurdistanî berî sibehê li ber avahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê civiyan û rayedaran jimareyan belav kir û piştî ku hejmar hatin belavkirin li ser qada ku hatinûçûnê 4. Maratona Hewlêrê destpêkir. Maraton di 3 kategoriyan de ku ji 4, 10 û 42 kîlomêtroyan pêk dihat, li gor seeta Herêmî di 10.00an de destpêkir.
Di vê Maratonê de dîmenên rengîn derketin holê û di encama maratonê de ji Binar Mihemed û Amal Xizir bûne yekemîn.