Kultur

Arşîva stranên Kurdî li Nisêbînê derket

Li gor nûçeyeke TRT 6 Bereket Ozmenê Nisêbînî di arşîva xwe de nêzî 2 hezar kasetên Kurdî kom kirine.

Eşqa wî ya li ser stranên Kurdî bi radyoyên Bexda û Êrîvanê destpêkiriye. Özmen dide zanîn ku wî di derbarê berhevkirinê de gelekî zehmetî kişandiye.

Bereket Ozmen stran û kasetên di destê xwe de ji kasetan vedigerîne li ser komputerê. Pişt re jî wê hem wan li ser înternetê parve bike û hem jî bide dildarên muzîka Kurdî.

Bereket Ozmen ewqas ji dengbêjan guhdarî kiriye ku êdî bûye pîsporê muzîka klasîka Kurdî. Ew dikare ji dengên hunermendan, temenê strandina kilamê jî derxe.

Back to top button