Polîtîk

Îsraîl pere dide wan Ereban ji Îsraîlê derkevin

Li çarçêweya plana nasandina Îsraîl bi welatekî Cihû û Yahudî, Evîgdor Lîberman Wezîrê Derveyê Îsraîl hewl dide wekheviya neteweyî li welatê xwe de pêkbîne û dixwaze bi dayîna pereyan Filîstîniyan razî bike ku ji Îsraîlê derkevin.

Lîberman li projeyek da ku bi armanca aştiyê li jêr navê (Melevanîkirina bi berevajiya herîkîna avê) li ser rûpela xwe ya li tora civakiya Facebookê belav kiriye û wiha nivîsiye: Daxwaza me ewe Filîstîniyên li runiştvanê Yafa û Eka, her dû bajarê Îsraîlê ku li kenara Derya Spî ya Navîne bi cîh bihêlin û derkevin.

Li beşekî dinê projeyê de dibêje: Ew kesên dixwazin nasnameya xwe ya Filistînî biparêzin dikarin li hemwelatîbûna Îsraîlê vekişin û bibin hemwelatiyê welatê Filistîna nû.

Back to top button