Li bendava Mûsilê 124 terorîstên DAİŞ’ê hatin kuştin
Çend roj dibe terorîstên DAİŞ’ê li eniya bendava Mûsilê xwe amade dikirin daku êrîşî çeperên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bikin û Pêşmergeyan jî derbeyeke dijwar li wan dan.
Terorîstên DAİŞ’ê doh berê fecrê saet didu li rojavayê bendava Mûsilê li Sehlic û Eynmaniyê êrişeka berfireh anîn ser Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Pêşmergeyan derbeyeka dijwar li wan da û 124 jê kuştin.
Di vê derbarê de çavkaniyeke taybet ji Hêzên Pêşmerge BasNewsêre got ku wan amadekariyeke baş li hemberî vê êrişa terorîstên DAİŞ’ê kiribû û dema ew hatin wan êdî nema ber xwe nedît. Pêşmergeyan derbeyên gelek dijwar li terorîstên DAİŞ’ê dan û 124 ji wan kuştin. Termê 70 ji wan ketin destê Pêşmergeyan ku yek jê berpirsê wê deverê emîrê wan Şêx Dawud bû.(basnews)
Piraniya çekdarên ku beşdarî vî şerî bûbûn Tirk, Ozbek û Çeçanî bûn. Di şer de ku Pêşmergeyên Kurdistanê derbeyên dijwar li wan dan heft emîrên DAİŞ’ê hatin kuştinku navê wan ev in:
1. Emîr Ebû Bîlal
2. Emîr Ebû Berae El-Turkî
3. Emîr Ebû Ekrem El-Turkî
4. Emîr Ebû Muslim El-Turkî
5. Emîr Ebû Sûmeye El-Turkî
6. Emîr Ebû Ebdulhemîd El-Turkî
7. Emîr Ebû Mihemed Resûl Beg El-Misrî