Polîtîk

Serok Barzanî li devrên nûazadkirî

Serokê Kurdistanê serdana eniya şer li baskê Dicle kir û daxwaz jixelkê wan gundên nû hatine azadkirin kir vegerin ser mal û milkên xwe.

Li gor hin agahiyan, îro serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana eniya şer li baskê Dicle, bi taybetî ew deverên nû ji  bin destê çekdarên terorîstên DAÎŞ hatine azad kirin kir.

Serdana serok Barzanî bo eniya şer ji bo wê yekê bû ku xelkê Zûmar û gundên derdûra wê yên nûhatine azadkirin teşwîq bike bo ser mal û milkên xwe vegerin.

Serdana serok Barzanî, serfermandarê hêzên çekdariyên herêma Kurdistanê, di demekê de ye ku, pêştir Barzanî bi xwe serperiştiya kontrolkirina nahiyeya Zumar û gundên derdûra wê kir û ev nêzîkî 50 rojane serok Barzanî li herêma şer e û serperiştiyê dike.

Back to top button