Civak

Li Kobanê pêşmerge tevlî şerek giran bû

Hat zanîn li Kobanî vê êvarê şerekî giran di navbera Pêşmerge-YPG û çekdarên DAIŞê de dest pê kiriye û heta niha jî didome.

Peyamnêrên Rûdawê li ser sînorê Kobanî ragihandin, bîstekî beriya niha li Kobanî şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge-YPG û çekdarên DAIŞê de dest pê kir.

Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, heta saet 17:00 jî şerekî wisa giran tinebû lê bîstekî beriya niha dengê çekên giran li nav bajêr hat bihîstin.

Hat zanîn ku hêzên Pêşmerge yên ku şeva borî derbasî Kobanî bûn jî tevlî şer bûne.

Hêzên Pêşmerge şeva borî derbasî nav Kobanî bûn. Fermandeyekî wê hêza Pêşmerge ji Rûdawê re got, her çiqas ji sê pişkan pişkekî Kobanî di destê DAIŞê de ye lê çekdarên ku di nav bajêr de ne ji aliyê şervanên kurd ve hatine dorpêçkirin.”

Tê gotin, di nav sê rojên borî de herî kêm 100 çekdarên DAIŞê li Kobanî hatine kuştin. (Rudaw)

Back to top button