Dawiya trajediyan dê ronahî be!…
Cemal BATUN
Sedsala 20an bi trajediyan ji bo Neteweyê Kurd derbas bû. (Gelên/ olên cihuyetê û Ermenî, Suryanî jî bi qîrkirinê ve berbiçav hatin, lê di demek diyar a dîrokî de). Tu millet li ser rûyê erdê di pêvajoyek sedsalî de bi awayek domdar wekî Kurdan rastî trajediyan nehat!. Ewqas trajedî bi serê gelê Kurd hatin kirin ku hejmara wan û navên gelekan ji wan di rûpelên dîrokê de nehatin nivîsandin jî. Tenê ew bûyer / trajediyên girse ketin nav rûpelên dîroka mirovayetiyê û bedelên ku gelê Kurd bi wan re berbiçav hatî. Tevkujiyên wekî. Vemirandina Şoreşa Şêx Seid, Serîhildanên Zilan, Agirî, Dersim, Barzan, Mahabad, Şoreşa Îlonê, şewitandina sinemaya Amûdê, Qîrkirinên li Rojhilatê Kurdistanê di 1979 – 1980an de, Helepce, Enfal, Bûyera Qamişlo, Encamên şerê PKK, Roboskî, Şengal, Kobanî… Hejmara van bûyerên binavkirî tenê, nêzîkê 20an e, ji derveyî wan bi dehên rûdanên din jî yên qîrkirinê bi serê Neteweyê Kurd de hatin!
Kurdan, herweha gelek dostên Kurdan piştî avakirina Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê gihiştin baweriyekê ku sedsala 21an, dê sedsala Kurdan be. Neheqiyên hemberê Neteweyê Kurd, dê bidawî werin û dinya rastiya Kurd / Kurdistanê dê nas bike. Mixabin, piştî demek kin a ”ewleyî û aştiyê” niha dîsa erd û xaka Kurdistanê li her çar dorên xwe bi êrîşên nemirovane a teroristan ku ji alî dijminên Kurd / Kurdistanê ve xwedî piştgirî û sponsoriyê ne, berbiçav tê. Balkêş e: armanca sereke ya êrîşên teroristan xaka Kurdistanê, gelê Kurdistanê, avahiya civatî ya Kurd û desthilat a Kurd e! Ango: êrîş li ser hebûna Kurd / Kurdistanê bi xwe ye! Du dewletên dagîrkerên Kurdistanê: Iraq û Suriye hemberî êrîşên teroristên DAIŞ bêdeng in, yan jî piştgiriyek li paş perdeyan bi DAIŞ re diyar dikin! Nirxandinên gelek şirovevanên siyasî / medyatîk ên cîhanê di vê çarçoweyê de ne ku Malikî bi awayek şeytanî piştgiriya DAIŞ kir û hişt ku çekên herî giran û modern a Artêşa Iraqê bikeve destê teroristên DAIŞ de. Bi dagîrkirina Musilê DAIŞ li aliyek çekên herî giran / modern û herweha aboriyek gelek xurt (bi bidestxistina pereyên di Benqeyên Musilê de, li gor zanyariyên biqasî 400 milyon dolarên Amerîkî) bidest xist. Herweha ji bo tevlîhevkirina armanca Şoreşa Suriyeyê ya demokratîk, Esed jî bi awayek bidizî alîkarî ji DAIŞ re dike! Ev nirxandinên şirovevanên siyasî ne. Ji xwe erd û alem pê agahdar e ku destê herî dirêj di piştgiriya DAIŞ de ya Tirkiyeyê ye.
Li aliyek din, bi êrîşên teroristên hov bi ser xak û Neteweyê Kurdistanê de, cara yekem e ku cîhana demokratîk, metirsiya teror a hov bi ser Kurdan ve, li ser tevayiya cîhana demokratîk dît / naskir! Daxuyaniyên birêzan Obama, Holande, Merkel, Cameron û gelek rêvebirên cîhanî ku: şkandina DAIŞ û terorê armancek navneteweyî ye, ji ber ku ew metirsiyek hemberê hemû nirxên demokratîk û mirovî ne: rastiya Kurd, doza Kurd, enerjî û dinamizma Kurd bi tevayiya cîhanê da nasîn!Pêşmergeyên Qehremen, çekdarên qehremen ên Kurd / Kurdistanê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ser navê tevayiya nirxên mirovayetî û demokrasiyê hemberê terorizma hov di meydanê de şer dikin. Dinya dibîne û dinase ku: Kurd vîn a demokrasiyê, ewleyiyê, aştiyê, mirovayetiyê, azadiyê temsîl dikin.
Serokê Kurdistanê Barzanî, gelek caran dupat dike: Pêşeroja Kurdistanê dê ronahî be… Di ronahiyê pêşerojê de, mirovayetî jî dê bi erk û deynê xwe beramberê gel û welatê Kurdistanê de rabe. Dê dest bide – pêşeroja ronî ya Kurdistanê. Roja azadiyê nêzîkê ku ji serê çiyayên Kurdistanê ve tîrejên xwe berde ser welatê Kurd / Kurdistanê…
Stockholm: 27 cotmeh 2014
___________________________________