Polîtîk

Heyeta PAK li Pirsûsê bû

Roja 26.10.2014 an ,  Serokê Giştî  yê  Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) Mustafa Özçelik û heyeta  PAKê li Pirsûsê(Sirûcê) bûn.
Heyeta PAKê   li  Pirsûsê ,  seredana Komîteya ENKSê ya li Pîrsûsê kir. Komîteya ENKSê ya bi serokatiya rêzdar Mihemed Alî İsa, bi awayekî germ û dostane pêşewaziya heyeta PAKê  kir. Di vê hevdu dîtinê  de,  Komîteya  ENKSê  di derbarê rewş û pêwistiyên gelê me yê ji Kobanê koçber bûne  , malûmatên berfireh dan. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa  Özçelik jî amadeyîbûna PAKê jibo piştgiriya gelê me anî zimanî. Herweha herdu aliyan di derbarê rewşa Rojava de bir û rayên xwe pêşkêş kirin.

Piştî hevdu dîtina heyeta PAKê û ENKSê, heyeta PAKê seredana Şaredariya Pirsûsê kir. Heyeta PAKê li Şaredariya Pirsûsê li gel Parlementerên HDPê Rêzdar İbrahîm Bînîcî û Kemal Aktaş û  li gel Hevseroka Şaredariya Pirsûsê(Sirûc)ê Rêzdar Zuhal Ekmez û Serokê DBP ê yê şaxê Ruhayê Rêzdar Celalettin Erkmen hevdudîtin pêk anîn. Heyeta PAKê ji aliyê heyeta HDPê û DBPê bi awayekî germ hate pêşewazî kirin.

Di vê hevdu dîtinê de,  parlementerê HDPê Rêzdar İbrahîm Bilici û Hevseroka Şaredariyê rêzdar Zuhal Ekmez behsa pêwistiyên koçberên Kobanê û xebatên xwe yên di vê derbarê de kirin.Serokê PAKê jî amadayîbûna PAKê  ya jibo alikariyê anî ziman’i û piştgiriya xwe ji bo Mitabaqata Dihokê, hatina hêzên pêşmerge yên jibo kobanê û piştgiriya xwe jibo berxwedana şervanên Kobanê  nîşan da.

Piştî serdana Şaredariya Pirûsê,  heyeta PAK li gel Hevseroka Şaredariyê çûn ser hidûdê di navbera Kobanê û Pirsûsê de.Serokê Giştî yê PAKê li wê  derê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya xwe de Serokê giştî yê PAKê weha got ‘’Em îro ji bo  alîkarî û piştgiriya gelê xwe yên ji Kobanê koçber bûne hatine vê derê.Em jibo spasiya piştgiriya navneteweyî hatine vê derê. Em jibo piştgiriya şervanên Kobanê hatine vê derê. Em ji bo  silav û piştgiriya xwe ji Mitabaqata Dihokê pêşkêş bikin hatine vê derê’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di axaftina xwe de behsa  pêk nehatina Mitabaqata hewlêrê jî kir û got’’divê  jibo pêk anîna îdareyeke hevbeş û yekitiyeke mayinde, ders ji tecrûbeya Mitabaqata Hewlêrê bê wergirtin’’.  Herweha  Serokê  Giştî  yê PAKê  jibo pêk anîna Mitabaqata Dihokê ,spasiyê xwe ji Rêzdar Mesûd Barzanî, TEV-DEM û ENKSê re jî pêşkêşkir. Axaftina Serokê Giştî yê PAKê ji aliyê gelê me yê li ser hidûd jî bi awayekî germ hate pêşewazî kirin.

Heyeta PAKê piştî  konferansa çapemeniyê, vegeriya Pirsûsê û li wê derê careke din spasiya xwe ji Rêveberên ENKSê yên li Pirsûsê û li Hevseroka Şaredariya Pîrsûsê Rêzdar Zuhal Ekmez re pêşkêş kir.

Heyeta PAKê piştî ku ew cil û bergên zivistanê û betaniyê û tiştên ku li gel xwe anîbûn pêşkêşî  gelê me yê koçberên Kobanê kir, ji Pirsûsê , ber bi Amedê ve çû. 26.10.2014

Buroya Çapemenî  û Ragehandinê ya
Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Back to top button