Ev şêxê ereba çewa behsa Xeze û Kobanî dike
Duhî roja îniyê (24.10.2014) li Tunisê şêx Hisên Ebîdî îmamê mizgefta mezin Zeytûne li Tunisa paytext di gotara xwe ya nimêja îniyê de behsa kurd û Mesûd Barzanî kir û got : Divê kurd şanaziyê bi serokê xwe Mesûd Barzanî bikin ku, serkoke wisa di vê serdemê de heye.
Li gor malpera Basnews, şêx Ebîdî di gotara xwe de behsa şerê Îsraîl bo ser Kertê Xeze û helwestê dewlet û serokên dewletên erebî dike û digel şerê ser Kobanî û helwesta serok Mesûd Barzanî û herêma Kurdistanê hevber dike û dibêje:
– Îsraîl ev çend sale Xeze ku, nêzîkî du milyon kesan tê de dijîn, dûrpêç kiriye. Di vê dawiyê jî de Îsraîl du mehan bi tang, topan û balefiran êrîşî ser Xeze kir nêzîkî 1500 kes kuştin û 3000 kes jî birîndar bûn û pênc taxên bajêr jî bi timamî wêran bûn.
Şêx Ebîdî rexneyeke dijwar li welatên erebî digire û dibêje:
– Ereban 22 welat hene û zêdetir ji 50 welatên îslamî jî hene, çend serokên ereban yên naskirî jî hene û hemûyan nikarî kîloyek ar yan fîşekekê bi balefiran bigihînin xelkê Xeze.
Di berdewamiya gotara xwe de şêxê mizgefta mezin Zeytûne li paytexa Tunis, wê rewşa Xeze digel rewşa Kobanî û helwestê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê tîne ber hev û dibêje:
– Hemû serok û welatên niştimaniyên erebî nekarîn bi qed Mesûd Barzanî bikin, bi tenê du heftiyan Kobanî hat dûrpêç kirin, Barzanî karî bi balefirên Amerîkayê ji herêma Kurdistanê ku, hêşta welatek serbixwe jî nîne, çek û xwarinê bigihîne miletê xwe li Kobanî.
Ew şêx dibêje:
– Ji bilî vê hemû yê jî, parlamentoyek heye bi navê parlamentoya Kurdistanê ku, hêşata welatek serbixwe nîne, karî biryareke dîrokî bide ku, pêşmerge ji herêma Kurdistanê bo bakurê Suriyeyê, bo deverên kurdî ji bo bparastina birayên xwe yên kurd bide.
Şê Hisên Ebîdî di dawiya gotara xwe de dibêje:
– Divê kurd şanaziyê bi serok û parlamentoya xwe bikin, ji ber ku hezar salên din di nav me ereban de kesekî weke wan dernakeve û dîrokê jî ev yek îspat kiriye, Selahedîn jî her ji wan bû, ereb û serokê ereban tu carî nedikarîn Qudsê rigar bikin.
Şêx pirsiyarê ji xelkî dike û dibêje: Gelo niha giriyê we ji bo rewşa ereb tê de ne nahêt ka çi bi ser ereban hatiye?