Polîtîk

Pêşmerge bajarê Zumar û 13 gund kontrol kirin

Îro sibehê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê êrîşek berfireh bir ser bajarokê Zumar û piştî eşrekî giran û dijwar, şerê kolan bi kolan, pêşmergeyê Kurdistanê bajarokê Zumar bi timamî ji terorîstên DAÎŞ paqij kir û nuha bajêr û 13 gundên derdûra Zumar bi timamî di bin kontrola hêzên pêşmergeyê Kurdistanê de ne.

Li gor agahiyên ji devera şer, hêzên pêşmerge dest daniye ser gelek çek û cebilxaneya terorîstan  û gelek kelexên çekdarên DAÎŞ di nav kulanên bajêr de bi cî mane. Pêşmerge berdewam ber bi pêşve diçin û çekdarên DAÎŞ jî ber bi bajarê Mûsilê ve direvin.

Back to top button